Hefsar
Nakit & Kredi ile KAPIDA ÖDEME
MAĞAZA Teslim Sipariş Seçeneği
Ürün Özellikleri
- Basım Yılı:2019
- Sayfa Sayısı:96
- Kağıt Türü:Kitap Kağıdı
- Ebat:13,5 x 21
- Dil:Kürtçe
- Cilt Durumu:Karton Kapak
- ISBN:9786058160828
"Û ev defter jî... li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê tenê navê min jê kêm e li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse... qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye.
De ev çi ye ji bona Xwedê ev çi ye ku ez hîn jî bi pey ketime. Ev çi defter e ev çi qelem e ev çi nivîsandin e ku ez pê ve hatime girêdan û xwe mijûl dikim xwe dixapînim... bi gotinên pûç û vala!
Dibe ku anuha... tiştê ku anuha min û jiyanê bi hev ve girê dide û bi hev ve disekinîne ev e ev çend gotinên min in ku ez dinivîsim: gotinên ku êş û giraniyê li min germ dikin gotinên ku ez nizanim nav û formekê bidimê gotinên ku êdî ji hêza xwe ketine û maneyên xwe wenda kirine. De ka ev gotin bi kêrî çi tên û ji çiyê xwe re vebêjim. Ma kî ê ji van gotinan marîfetekê derxe û pê kêfxweş bibe? Kî ê ji êşa kesekî din lezetekê werbigire?
Na ez ê êdî nekim. Ji bona ku mirinê dereng bixîne Şehrezadê rabû çîrok dirêj kir... bi qasî hezar û yek şevî dirêj kir. Lê ez ê nekim ez ê çîrokê dirêj nekim. Ez ê çîroka jiyana xwe dirêj nekim."
(Ji romanê)